4 Pêvekên Kêrhatî

Wekî tê zanîn, bingeha Vivaldiyê li ser projeya çavkaniya vekirî ya Chromium-ê û nermalava çavkaniyên din ên vekirî ye wekî gelekên din ên mîna Chrome, Brave an jî Opera-yê. Ev taybetiya bingehîn derfet dide bikarhênerên Vivaldiyê ku pêvekên xweş ên pêbawer ên Chrome-ê li ser geroka xwe ya sermaseyê saz bike -helbet ji xwe wekî taybetiyekê cihgirtî tê de tune be. (Bi bîr bîne, Nîşe, Kanî, Wênegirtin an jî Astengkera Reklaman) Ka were berî ez pêvekên xwe yên bijare bi te re parve bikim, ka em zanibin em ê li ser geroka Vivaldiyê çawa bigihîjin rûpela “Chrome Web Store“. Du+1 rê hene:

  • a. Kulîna Vivaldiyê (li goşeya rastê ya çarçoveyê ye) > Alav > Pêvek
  • b. Li ser klavyeya xwe li kurteriya “Ctrl+Shift+E”yê bitikîne.
  • c. An jî rasterast li vê navnîşanê bitikîne û here: Chrome Web Store

Divê ji niha ve bi bîr bînim ku hemû pêvek ji aliyên sêyem ve tên avakirin û bo xebitandinê jî cur bi cur maf dixwazin. Ev jî helbet ji bo nihênîxwazan cihê ponijînê ye. Ji ber ku nermalavên xerabkar û şopger jî dikarin li Web Storê werin weşandin. Loma berî sazkirina pêvekan mitleqe li daxwazên wan ên mafan binêrin û wiha tev bidin. Wekî serriste jî dikarim vê bibêjim: Xwe ji pêvekên kêm-sazkirî yên xwediyên wan nenavdar dûr bixin.

1. Google Translate

Belê, bi guhertoya 4.0 Vivaldi taybetiya wergerê tevlî avahiya xwe kir. Lingvanex di rûpela xwe ya demoyê de herçiqas cih dide kurdî jî, wekî pêvekî li ser Vivaldiyê piştgirî nade wergerandina kurdî. Ev jî bikarhênerên mîna min mecbûrî Google Translate-ê dike. Ev pêvek bi rastî kêrhatî ye. Çimkî wekî taybetî bi hilpekokî jî dixebite ku ev rê dide bikarhêner bêyî terikandina malperê, dikarin hevokan wergerîne kurdî yan jî berevajiya wê. Ji bo wê, herin sazkariyên pêvekê û vebijêrka “My primary language” bikin kurdî û kêfa wergerandina zimên bikin.

2. Speedtest

Mixabin em gelekan pêrgî pirsgirêka leza înternetê tên. Geh hêdîbûna wê geh qûtbûna wê, kontrolkirina leza înternetê ji me re dike pêdivî. Him ji aliyê meraqê ve zanyariyekê dide me û him jî heke em bi telefonê bi xizmeta kirîdariyê re bipeyivin, di destên me de sebebekê baş a gilî û gazincan dide. Speedtest wekî malperek ji xwe gelek serkeftî ye û bi vê pêvekê jî gelek alîkarî dide me. Pêvekê tevlî geroka xwe bike, pê li “GO”yê bike û encama leza înternetê bibîne.

3. Hover Zoom+

Ev pêvek derfet dide bikarhêneran ku wêneyên piçûk ên nav malperan (wekî instagram, facebook, twitter û hwd) bêyî tikandin û vekirina wê, mezin bike û mezinahiya wê ya resen bibîne. Tenê nîşaneka mişka xwe bibe ser wêneyê. Pir sivik e.

4. Print Friendly & PDF

Tu ji bo vekolîna xwe dixwazî hinin nivîsên malperan wekî pdf daxe û çap bike. Lê belê pêdiviya te bi hemû hêmanên rûpelê tune ye û dixwazî naveroka pdf-yê kesane bike. Ev pêvek ji bo vê daxwaza te ji %100 kêrhatî ye. li wêneyê binêre. Cihên ku min xwest bila tevlî pdf-ê nebe, min jê birin û naverokê bi ya dilê xwe sêwirand.

Nîşe: Te pêvekin saz kirin û piştî demekê naxwazî êdî li ser geroka te be. Wê demê bi dorê here Kulîna Vivaldiyê > Alav > Pêvek. Di rûpela Pêvekê de hemû pêvekên te yên sazkirî, çalak an jî neçalak tê nîşandan. Bi ya dilê xwe wan neçalak bike an jî jê bibe.

Berî ez vê nivîsê xelas bikim, ji te rica dikim ku tu yê vê nivîsê û yên din li ser medyaya civakî belav bikî da ku hemû heval û hogirên te vê geroka bi tevahî kurdî daxin û bi kar bînin geh li kombersê geh li telefonê. Û ricayekê din jî ev e ku li Androidê herin Google Play-ê û 5 stêrk bidin û di şîroveya xwe de qala kurdîbûna gerokê bikin. Dê ev dilnazikiya te pir alî me bike. Ji niha ve mala te ava!  

Comment

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir