5 Taybetiyên Vivaldiyê yên Kêrhatî

Vivaldi bi salan bû geroka min a sermaseyê. Çima? Çimkî bi rastî jî hemû pênasa “kesanebar” di hundirê xwe de dihewîne ku gava li ber dîmendera kombersê bixebitim, hema ji bêhntengiyê dikevim sazkariyê û xuyanga gerokê, çarçoveyan diguherînim. Lê belê hêdîbûna wê jî tê de ji ber gelek sebebên nav û derveyî min dev jê berdabû. Lê belê bi guhertoya 4.0-ê re hêdîbûna gerokê hatiye çareserkirin û ev jî bala min dîsa kişand ser xwe. Lê sebeba bingehîn ne ev bû. Ya pêşîn: êdî Vivaldî bi kurdî ye û ev ji bo bikaranîna gerokê têra xwe qanihker e.

Niha di vê nivîsa xwe ya pêşîn a vê blogê de dixwazim heta ji destên min bê, 5 taybetiyên xweş ên Vivaldiyê bidim naskirin.

1. Destgeha Tevnê

Navê resen a vê taybetiyê “web panel” e. Rê li bikarhêneran vedike ku sepanên mobîlê li ser gerokê li ba malperên din di yek dîmenderê de werin bikaranîn. Li vir tiştekî ecêb e ku em bibêjin destgeha tevnê=sepanên mobîlê. Peywira wan yek e. Instagram û twitter du medyayên civakî yên populer e di nav xort û ciwanan de. Geroka Vivaldiyê dihêle ku ev li ser gerokê jî wekî guhertoya mobîlê werin bikaranîn. Tevlîkirina wan hêsan e:

  • Têkeve malpera sepanê.
  • Were ser darika kêlekê (side bar) a li hêla çepê ya çarçoveyê (window) ye.
  • Li bin nîşanekan li nîşaneka [+]yê bitikîne. Tê bibîne ku navnîşana malperê ji xwe li wir li benda te ye. Û dîsa pê li [+]ê bike. Va ye, êdî tu dikarê Instagram/twitter û yên din li destgeha tevnê bi kar bînî.

2. Wênegirtin

Îro li ser mobîlê wênegirtin hêsan be jî bi taybetî li ser kombersê ji bo wê, ya divê mirov pêvek daxin û saz bikin an jî bernameyekê wênegirtinan. Ha wênegirtina kombersê bi xwe jî hene lê taybetiyên wan her tim bersivê nade daxwazên me. Vivaldi li vir taybetiyekê cihgirtî (built-in) pêşkêşî bikarhênerên xwe dike. Li jêr-çepê çarçoveyê nîşaneka makîneya fotografê heye. Bikarhêner dikare awayê wênegirtinê (rûpela tijî an jî deverên hilbijartî) û dirûva wêneya girtî li wir saz bike wekî PNG, JPEG. An jî rasterast jê bigire û pêvebike cihê ku dixwaze. Belkî jî tu li ser vekolandinekê ye û divê tu wêneyê têxe nav nîşeyan? Erê tu li vir dikarî vê bikî.

Vebijêrkên wênegirtinê

3. Destgeha Nîşeyan

Gava vekolînê, gelek caran mirov pêdiviya qelem û kaxidê dibîne bo nîşegirtinê (note) lê ka em mikur bên: Amûrên elektronîk çawa kete jiyana me, ji aliyê nivîsandina kevneşopî ve em bûne tembel. Ji ber wê geh dikana Google Play geh li ser tevnê gelek sepan, pêvek û bernameyên nîşegirtinê hene. Lê Vivaldi vê pêdiviyê wekî cihgirtî di geroka xwe de dihewîne û bi rastî pir fonksiyonel e jî. Li ser Vivaldiyê gelek riyên nîşegirtinê hene. ya herî kêrhatî rast-kinadina mişkê ye. Li nav kulîna (menu) ku derdikeve, “Bike nîşe” heye. Lê ne tenê nivîs. Mirov dikare girêdan û wêneyên girtî yên dîmenderê (screenshot) jî tevlî wê bike. Her wiha hûn dikarin nîşeyên xwe bi rê ve bibin. Di nav peldankan de bisinifînin. Ew jî li ser darika kêlekê li ser destgeha tevnê ye.

4. Rûgerên Komkirî yên Du-astî

Te xwest pirtûkekê bikirî lê wekî her mirov li hemû malperên pirtûkfiroşan dinêrî. Lê bi malperên din ve gelek rûger li ser çarçoveyê vekirî dibe… Ji bo tu vekolandina xwe bi rêkûpêkî bidomînî, tu dikarî rûgerên (tab) heman mijarê di nav komekê de hev bidî. Ev taybetiya jîr bi rastî him karê mirov hêsan dike û him jî xuyanga gerokê xweştir dike. Bo sepandina vê taybetiyê, rûgerên xwe bilivîne/kaş bike ser rûgerekê din. An jî pê li bişkoka Ctrl bike û rûgerên xwe yên yekmijarî hilbijêre û li mişkê rast-bitikîne. Di kulînê de li vê vebijêrkê bitikîne: “rûgerên hilbijartî bike komkirî”. Va ye êdî rûgerên te jî komkirî ne. Tu dikarî wekî peldankekê nav jî lê bike.

Rûger gava vekirî wiha xuya dikin
Rûger gava komkirî wiha xuya dikin. 4 malperên pirtûkfiroş wekî FIROŞGEH hatiye komkirin.
Gava koma FIROŞGEH vekirî be asta duyem a rûgeran wiha xuya dike.

5. Astengkera Reklam û Şopgeran

Dema tu li Youtube-ê temaşe dikî an jî guhdar dikî, tu jî ji reklamên beredayî aciz dibî, ne? An jî tu dikevî malperekê fîlman û dixwazî ji xwe fîlmekê hilbijêrî lê heke reklamên ser rûpelê û yên hilpekok (pop up) rehetî bidin te… Li Chrome-ê mirov ji bo vê pirsgirekê çareser bikin, xwe diavêjin bextê pêvekan ên ku nîvên wan sîxur in û dîroka te ya geranê jî tê de gelek zanyariyên te didizin. Li Vivaldiyê tu dikarî ji wan pêvekan re bibêje “Ne bi xatirê te!” Ji ber ku astengkera reklam û şopgeran di Vivaldiyê de wekî cihgirtî heye. Ne barkirin ne sazkirin… Li ser darika navnîşanê (address bar), serê hêla çepê wekî nîşanekekê mertal li ber çavan e. Tenê li wê mertalê bitikîne û xwe ji reklam û şopgeran biparêze. An jî here sazkariyê û vê vebijêrkê bike berdest (default): “Şopger û reklaman asteng bike”. Niha tu dikarî li Îşevê temaşe bikî. <3

Ma Deno ne neheq e. Ka li Google-ê binêrin, hema gulebarana reklaman dike…

Berî ez vê nivîsê xelas bikim, ji te rica dikim ku tu yê vê nivîsê û yên din li ser medyaya civakî belav bikî da ku hemû heval û hogirên te vê geroka bi tevahî kurdî daxin û bi kar bînin geh li kombersê geh li telefonê. Û ricayekê din jî ev e ku li Androidê herin Google Play-ê û 5 stêrk bidin û di şîroveya xwe de qala kurdîbûna gerokê bikin. Dê ev dilnazikiya te pir alî me bike. Ji niha ve mala te ava! 🥰 😘

Join the Conversation

Comment

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir